Li Bexdayê cotkar ji bo mafên xwe meşiyan
Li paytexta Iraq Bexdayê, bi sedan cotkarên ji Herêma Kurdistanê û wîlayetên cuda yên Iraqê li hev civiyan û bi daxwaza mûçeyên xwe çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin.
Li paytexta Iraq Bexdayê, bi sedan cotkarên ji Herêma Kurdistanê û wîlayetên cuda yên Iraqê li hev civiyan û bi daxwaza mûçeyên xwe çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin.
Li qada Tehrîr a paytexta Iraq Bexdayê, bi sedan cotkarên ji Başûrê Kurdistanê û wîlayetên cuda yên Iraqê li hev kom bûn û bi çalakiyekê daxwaza mafê xwe kirin. Cotkar dixwazin xerca genimê wan ê salên bihurî were dayîn, nirxê genim were diyarkirin û rêjeya wergirtina genim jî diyar bibe.
Cotkar bi vê daxwazê ber bi pira Komarî û derdora Herêma Kesk meşiyan û demekê jî rê li trafîkê girtin.
Di çalakiyê de bang li hikumet û Wezareta Darayî hate kirine ku pereyê genimê salên bihurî were dayîn.
Cotkaran diyar kirin ku ji ber ku pereyê genimê salên bihurî nehatiye dayin, bandorek nerênî li ser sektora çandiniyê û jiyana bi hezaran malbat çêdike.
Cotkaran xwestin ku hikumet alîkariyê bide cotkarên ku ziyanê dîtine û girîngiyê bidin berhemên navxweyî.